خرید بک لینک

درباره سایت

من کوردم

ئاواتہ قہ رب ولیت,ناتي باق و و بوستانہ دائيكا وي زمانا،ئيلام وو كوردستانه هہ ر کاري هہ ر چي دوشوار،گشتي لہ با وی ئاسان بہ رقہ رار وو پاوہ رجا،وه لاتى مہ خوراسان ئوستانه كي مہ زهبي،پر هہ م ژى پہ ناوہ رہ ئيشقي ايمامي هہ شتان,سہ وا مہ بال وو پہ رہ

امکانات وب

Berê xwe dida Sitî yêkcaran
Gazîn dikirin bi vî rengê han:

Digot: Ey can û giyana Zînê
Ronîya çavên vê yara dînê

Hemşadî û hemcefa û hemdem
Hemgoşt û hestî û çerm û hemdem

Hemşîre û hemcenah û hemser
Hembîze, hemaşîyan û hemper

Xwişka ku xoyên min û wê yek in
Lê bextê min û wê ne bextek in

Sed sipas ku bextê te hat ba te
Çawa te dixwest xwedê ew da te

Sed şukir bextê te bû yar
Stêrka te ji bo te bû alîkar

Bextê min eger çi zêde reş hat
Ew qismet e bo me zêde xweş hat

Teqsîma xeman ji bo min ra bû
Teqsîra ezel yeqîn wisa bû

Şahî ji te ra û xem ji bo min
Tajidîn ji te ra û Mem ji bo min


Xem çinku li sûretê Memê ne
Loma xem ji min ra li ser xemê ne

برچسب: احمد خانی"ممو زین"ahmed xani' mem o zin', نویسنده: parastoo تاريخ: پنجشنبه 25 تير 1394 ساعت: 17:36

صفحه بندی